PeyamaKurd – Li gorî raporteke nû ya Fox Newsê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi operasyoneke leşkerî û îstîxbaratî ya bilez, rê li ber karesateke cîhanî girt.
Washingtonê karî nêzîkî 6,000 endamên herî xeternak ên DAIŞê, ku di girtîgehên bin kontrola HSDyê de bûn, berî ku birevin bi dizî veguhêze Iraqê.
Rayedarekî payebilind ê îstîxbarata Amerîkî eşkere kir ku piştî destpêkirina pevçûnan di navbera HSD û artêşa demkî ya Sûriyê de, metirsiya revê ya girtiyan derketibû asta herî bilind. Di nav çend hefteyan de, Amerîkayê ev girtî ji Rojavayê Kurdistanê derxistin û birin tesîseke bi ewlehiya bilind a li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê.
Rayedar ev rewş wekî "nîv-karesat" bi nav kir û got:
Eger ev kes bireviyana, ewlehiya cîhanê dê di şevekê de biguheriya."
Di raporê de hat diyarkirin ku ajanên FBIyê bi hûrgilî li ser nasnameya van çekdaran dixebitin. Heta niha:
"Metirsiyan li Kampa Holê û zarokên DAIŞê"
Fox Newsê bal kişand ser Kampa Holê ya ku niha ketiye bin kontrola hikûmeta demkî ya Şamê. Karbidestên rojavayî ditirsin ku hikûmeta Sûriyê ji bo zextê li ser herêmê bike, malbatên DAIŞê serbest berde. Mijara herî aloz zarokên di van kampan de ne ku niha nêzîkî temenê şer dibin û bi îdeolojiya radîkal mezin bûne.
Tê ragihandin ku hikûmeta Iraqê bi hesasiyeteke mezin nêzîkî vê dozê dibe. Bexda naxwaze careke din gefên DAIŞê li ser axa wê serî hildin, ji ber vê yekê çavdêriya van girtiyên nû li nêzîkî balafirgehê di asta herî bilind de tê kirin.