Çiftyurek rapor rexne kir: Bêyî naskirina fermî ya Kurdan biratî çênabe

Dîroka Weşanê :
Çiftyurek rapor rexne kir: Bêyî naskirina fermî ya Kurdan biratî çênabe

PeyamaKurd- Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sinan Çiftyurek ku bi xwe ji pişka Partiya Komînîst a Kurdistanê ketiye parlamentoya Tirkiyeyê, rapora Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ya ku doh hatibû qebûlkirin rexne kir.

Çiftyurek got ku rapor "Pirsgirêka Kurdan bi perspektîfa terorîzmê dibîne û divê DEM Partiyê ew red bikira."

Sinan Çiftyurek li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku di raporê de ji bo perwerdeya bi Kurdî û guhertina xalên 42 û 66an ên pênaseya welatîbûnê ti qalkirinek tune ne.

Çiftyurek ragihand, di raporê de gelek caran behsa biratiya Tirk û Kurdan hatiye kirin û pirsî, "Dema ku Kurd bi fermî neyên naskirin dê çawa ev biratî pêk were?"