PeyamaKurd- Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi helkefta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Diyarbekir, Batman, Mêrdîn, Colemêrg, Wan, Şirnex, Riha û hejmarek bajarên Tirkiyê, daxuyanî dan û daxwaza ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê kirin.
Di vê çarçoveyê de, nameyeke ku ji aliyê zêdetirî 2 hezar hiqûqnasan ve hatibû îmzekirin, ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê re hat şandin.
Di nameyê de hat destnîşankirin ku zimanê Kurdî nirxekî bingehîn ê mirovahiyê ye û bang hat kirin ku astengiyên hiqûqî û pratîkî yên li ber vî zimanî werin rakirin û gavên qanûnî û destûrî bêyî derengî werin avêtin.
OHDê di nameya xwe de diyar kir ku naskirina ziman di qada giştî de pêdiviya pirrengiya çandî û mafên mirovan e. Hiqûqnasan bal kişandin ser biryara UNESCOyê ya sala 1999an û destnîşan kirin ku divê Kurdî jî mîna hemû zimanên cîhanê ji mafên wekhev sûd werbigire.
Di daxuyaniyê de naskirina fermî û statuya zimanê Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê û rakirina hemû astengiyên li pêşiya bikaranîna azad a ziman hate xwestin. Hiqûqnasan bang li Meclîsê kir ku ji bo van daxwazan di zûtirîn demê de amadekarî û sererastkirinên qanûnî pêk bîne.