Charles li ser binçavkirina birayê xwe Andrew ji doza Epstein daxuyanî da: Divê hiqûq pêk were

Dîroka Weşanê :
Charles li ser binçavkirina birayê xwe Andrew ji doza Epstein daxuyanî da: Divê hiqûq pêk were

PeyamaKurd- Qralê Brîtanyayê Charles III, piştî binçavkirina birayê xwe Andrew Mountbatten-Windsor ji ber dosyeya Jeffrey Epstein ku bi gumanên "xirab bikaranîna wezîfeya giştî" hatibû girtin, daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Qral Charles di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wî nûçeya binçavkirina birayê xwe bihîstiye û jê bi fikar e.

Charles destnîşan kir ku divê pêvajoyeke hiqûqî ya dadperwer, temam û guncav ji aliyê rayedarên peywendîdar ve bê meşandin.

Charles ragihand ku ew piştgiriyeke tam didin xebatên saziyên fermî û got: "Ez bi eşkereyî dibêjim ku divê hiqûq bi rê ve biçe. Di dema ku ev pêvajo berdewam dike, ne rast e ku ez şîroveyên zêdetir bikim."

Çi bûbû?

Binçavkirina Andrew Mountbatten-Windsor piştî belavbûna belgeyên nû yên derbarê Jeffrey Epstein de hat, ku tê de hatibû dîtin Andrew agahiyên veşartî û raporên fermî yên derbarê sefera welatên wekî Sîngapûr û Vîetnamê ji Epstein re şandine. Andrew ku beriya niha ji ber têkiliyên xwe yên bi Epstein re sernavên xwe yên "prens" û "dukiya Yorkê" winda kiribûn, tevî ku hemû îdîayan red dike jî, bi wêneyên nemehrem û peyamên derbarê jinên Rûs de di rojeva raya giştî de ye. Piştî van geşedanan, Qral Charles biryar dabû ku birayê wî ji hemû wezîfeyên qraliyetê bê dûrxistin û ji qesra Windsorê derkeve.