Hêzên deryayê yên Meksikayê keştiya noqavê ya 4 ton kokaîn tê de bû desteser kir

Dîroka Weşanê :
Hêzên deryayê yên Meksikayê keştiya noqavê ya 4 ton kokaîn tê de bû desteser kir

PeyamaKurd – Hêzên deryayê yên Meksîkayê di Okyanusa Pasikê dê keştiya noqavê ya ku tê de 4 ton kokakîn hebû, operasyon kir ser û dest danî ser keştiya noqavê. Di encama operasyonê de 3 kesan xistin bin çav.

Wezîrê ewlehiyê yê Meksîkayê Omar Garcia Harfuch, di çarçova xebatên xwe yên çavdêriyê de, di keştiya noqavê de, di nav 179 paketan de 4 ton kokain girtine û di gel keştiyê 3 kesan desteser kirinee.

Harfuch ragihand ku di encama operasynên di deryayê de, di hefta borî de 10 ton madde yên hişbir girtine û got:

“Me ber lê girt ku bi mîlyonan dozên madde yên hişbir negihên kuçe û kolanan, me ewlehiya malbatên Meksîkayê parast û bi mîlyonan dolarî derbê li aboriya kartelan xist.”