Sûriye ji biryara Kanadayê ya rakirina givaşên ser Sûriyê raziye

Dîroka Weşanê :
Sûriye ji biryara Kanadayê ya rakirina givaşên ser Sûriyê raziye

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Sûriyê li ser ku Kanada ragihand ku givaşên ser Sûriyê rakiriye, pêngavekî bi erênî qebûl kir, ji biryarê raziye û got ku dê ev biryar wê pêwendiyên navbera her dû dewletan xwurt bike.

Wezaretê got ku biryara Kanadayê dê bike ku diyaloga li ser rêzgirtinê û hevkariyê xwurt bike û pêngavekî erêniye. Wezaretê ji ber biryara Kanadayê, sipasiya xwe bo Kanadayê û xelkê wê ragihand û got rakirina givaşan bo laperekî nû di navbera her dû dewletan de veke, derfet e.

Sûriye got ku biryar wê derfetê bide Sûriyê ku karibe xwe bide hev, destekê bide îmara Sûriyê, rewşa jiyana xelkê Sûriyê baş bike û destekê bide aramiya herêmê.