Kurê serokê Zimbabve yê berê yê Mugabe, bi sedema hewldana kuştinê xistin binçav

Dîroka Weşanê :
Kurê serokê Zimbabve yê berê yê Mugabe, bi sedema hewldana kuştinê xistin binçav

PeyamaKurd – Kurê serokê dewleta Zimbabve yê berê yê Robert Mugabe yê bi navê Bellarmine Chatunga Mugabe li Komara Afrîka Başûr li bajarê Johannesburgê bi sedema bi kêrê êrîşê baxçivan kir û ew birîndar kir, hêzên asayîşê ew xistin bin çav.

Berdevkê polîsê eyaleta Gauteng Albay Dimakatso Nevhuhulwi bo çapemeniyê ragihand ku rûdan li taxekî luks ya bajarê Johannesburgê di daîreyekî Hyde Parkê de qewimiye, Bellarmine Chatunga Mugabe êrîşê baxçivan kiriye, baxçivan dijwar birîndar kiriye, ew birine nexweşxanê lê sedema êrîşê nayê zanîn. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Malabata Mugabe di bin parastina dîplomatîk de ye an ne tê de ye, tê munaqeşe kirin. Berê jî malbata Mugabe ketibû nav tevgerên weha.

Robert Mugabe bi deh salan bo rizgariya milletê Zimbabve serpereştiya şer kiribû û paşî bûbû serokkomarê Zimbabve. Mugabe di sala 2019an de koça dawiyê kiribû.