ENKS: Pêwiste mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de bixin bin garantiyê

Dîroka Weşanê :
ENKS: Pêwiste mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de bixin bin garantiyê

PeyamaKurd – Konseya Netewî ya Kurd ya Sûriyê (ENKS) di 18 Sibat 2026an de li bajarê Qamîşlo civîna xwe ya normal kir. Rojeva bingehîn ya ENKSê ew bû ku di pêşde mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de bixin bin garantiyê.

Li gor daxwuyaniya nivîskî ya ENKSê; di civînê de li ser daweta fermî ya ku hukumeta Şamê ENKSê dawet kiribû bo Şamê, li serê axifîn.

Heyeta Serokatiya ENKSê, hevdîtina bi Şamê re ya bi Ahmed Şara û wezîrê kar û barên derve yê Sûriyê Esad Şeybani re hevdîtina ku kiribûn detayên hevdîtinê bi endaman re parvekirin.

Heyeta ENKSê ya çûye Şamê bo Ahmed Şara û rayedaran gotine ku divê mafên Kurdan di destûra nû de cîh bigre û Kurd tevî rêvebiriya Şamê bidin û li ser mijarê rawestiyane.

Heyeta serpereştiya ENKSê, behsa hevdîtinên ku bi Şamê, Qatarê û bi Herêma Kurdistanê re kirine, hûrahiya wê bi endaman re parvekirine. Heyet di daxwuyaniya xwe de ragihandiye:

“Kesên destekê dane Kurdistana Rojava û bi taybetî Herêma Kurdistanê û Weqfa Alîkariya Barzanî ji ber destekê, em qedrê wan bilind dinirxînin.

Endamên tevlî civînê bûne, girînge ku Kurd tewrekî hevpar nîşan bidin, bo xizmeta gelê Kurd û bo mafên Kurdan di destûrê de bixin bin garantiyê, divê Kurd tev bi hevre tevbigerin.”

Di encama civînê de, endamên ENKSê bûne hemfikir ku konsey bêhtir aktît rol bileyîze û bo karibe proja netewî ya milletê Kurd bigre ser milê xwe, divê bi dezgeyî û rêxistin xwe pêşde bibe.