Serokê Dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Herîrî bi balyozê Almanya re hevdîtin kir

Dîroka Weşanê :
Serokê Dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Herîrî bi balyozê Almanya re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî bi balyozê Almanya yê Hewlêrê bi Albrecht von Wittke re hevdîtin kir.

Mijarên esasî yên hevdîtinê; avakirina hukumeta Herêma Kurdistanê, tabloya siyasî ya li Iraqê û mijarên herêmî bûn. Di hevdîtinê de her weha serokê daîra karên derve û dîplomasiyê yê serokatiya Herêma Kurdistanê Niyaz Salih jî amade bû.

Harîrî, li ser avakirina hukumeta nû û aktîfkirina parlementoya Kurdistanê agahiyan da Wittke. Harîrî balê kişand ser hewlên ku tên kirin da pêvajo bi ser bikeve.

Di hevdîtinê de her weha behsa avakirina hukumeta Bexdayê û xitmandina siyaseta li Bexdayê kirin. Li ser tevgerên siyasî yên bo hilbijartina serokkomarê Iraqê û avakirina hukumeta nû her dû teref axifîn.

Her dû teref balê kişandin ser teref û pêkhateyan ku divê li dora projeyekî hevpar bicivin û behsa girîngiya wê kirin.

Di dawiya civînê de, li ser rûdanên li Rojhilata Navîn, guherînên li herêmê û îhtîmala wan rûdanan bandora ku li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin, axifîn.