PeyamaKurd – ‘Heyeta Aştiya Gezzayê’ ku Tirkiye jî di navde ye, civîna ewilî li Washingtonê di bin serpereştiya Donald Trump de kir.
Wê heyet li Xezzayê ‘Hêza Îstîqrarê ya Navdewletî’ (ISF) deyne. Fermandarê ISFê Jasper Jeffers di civînê de axifî û ragihand ku 5 welat soz dane leşker bişînin Xezzayê û got:
“Ez kêfxweşim ku 5 welat bo ISFê wê leşkeran bişîne Xezzayê: Endonezya, Fas, Kazakistan, Kosova û Arnavutluk. Misir û Urdin jî soz dan ku wê perwerda polîsan bikin.”
Jeffers, her weha got ku wê ISF ewilî li Başûrê Xezzayê li bajarê Refahê bicîh bibe, dest bi perwerda polîsan bike û seha xwe herêm û herêm fireh bike. Bo dema dirêj wê 20 hezar leşkerên ISFê wezîfe bikin û 12 hezar polîsan perwerde bike.
Nûnerê bilind yê Xezzayê Nickolay Mladenov ragihand ku îro bo polîsiya demkî ya li Xezzayê dest bi serlêdanê kirine û got:
“Bo hêza polîs ya Fîlîstînê, me pêvajoyê da destpêkirin û di nav çend seetan de, bo tevlî dezga polîsan bibin, 2 hezar kes seredanê kir.