Malbatên eşîra Ereb li ser bîra petrolê pev çûn: 2 kuştî, 5 birîndar

Dîroka Weşanê :
Malbatên eşîra Ereb li ser bîra petrolê pev çûn: 2 kuştî, 5 birîndar

PeyamaKurd- Li bajarokê Til Koçerê yê ser herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera malbatên El Rekad û El Senûsî yên ji eşîra Şemer a Erebî de pevçûneke çekdarî derket.

Li gorî agahiyan, sedema vê nakokiyê li ser bîra petrolê ya li gundê Kerhûkê, parzûngehên destpêkê û mijara dizîna petrolê bû. Di encama vê pevçûna xwînî de 2 kesên bi navên Mani El Serhan û Silêman El Senûsî jiyana xwe ji dest dan û 5 kesên din jî birîndar bûn ku ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Şedadê.

Ev bûyer di demekê de pêk tê ku li herêmên bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê tevlîheviya ewlehî, krîz û nakokiyên navxweyî her ku diçe zêde dibin.

Di van demên dawî de gelek bûyerên kuştin, revandin û pevçûnên bi vî rengî hatine tomarkirin ku fikarên ewlehiyê li herêmê kûrtir dikin. Hate zanîn birîndarên di vê bûyera dawî de birîndar bûne; Siûd El Senûsî, Heykel El Rekad, Elaa El Helîl, Mihemed Selman El Senûsî û Adil Silêman El Senûsî ye.