PeyamaKurd- Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de rageşî û amadekariyên leşkerî her ku diçe zêde dibin. Di vê atmosfera şer de, fikarên mezin hene ku rejîma Îranê li gelek deverên cuda êrîşan pêk bîne.
Li gorî nirxandineke Jerusalem Post (JP) ya Îsraîlê, tevî fikarên derbarê ewlehiya Tengava Hurmizê û Kendavê de, eniyeke din a ku dibe bibe armanca Îranê, partî û rêxistkinên mûxalif ên Kurd in.
Ev kom hinek li hundirê Îranê û hinek jî li herêmên derveyî sînor, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne.
Di van demên dawî de, opozîsyona Kurd a Îranê ya ku ji heft partiyên sereke pêk tê, hewl dide li dijî rejîmê bibe xwedî dengekî hevbeş.
Ji van grûpan pênc jê ji bo avakirina eniyek û platformeke yekbûyî gavên girîng davêjin. Lê belê, ev hewldanên siyasî di bin siya gefên fîzîkî de ne; mînak, êvara 18ê Sibatê li ser riya di navbera Silêmanî û Dukanê de wesayîtek teqiya. Ev bûyer nîşan dide ku endamên opozîsyona Kurd ku di van 40 salên dawî de koçî herêmên cîran kirine, hîn jî di bin metirsiya êrîşên rejîmê de ne.