PeyamaKurd- Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk, derbarê metirsiya şer de hişyariyeke tund da welatiyên xwe û bang kir ku demildest axa Îranê biterikînin.
Li gorî nûçeya ajansa PAP a Polonyayê, Tusk ji rojnamevanan re ji welatiyên polonî got: "Ji kerema xwe, demildest Îranê biterikînin û di bin tu mercan de neçin vî welatî."
Tusk diyar kir ku ew naxwaze tu kesî bitirsîne, lê îhtîmala pevçûneke germ li wî welatî gelekî nêzîk û rast e; lewma divê ev daxwaza wan bi cidiyet were girtin.
Serokwezîr Tusk bal kişand ser metirsiya mezin û destnîşan kir ku di rewşa derketina şerekî germ de, tu kes nikare garantiya derfetên valakirinê bide welatiyên Polonyayê. Tusk herwiha bi bîr xist ku di demên borî de hişyariyên bi vî rengî carinan nehatine guhdarkirin û ev yek bûye sedema encamên giran; ji ber vê yekê daxwaz kir ku welatî vê carê bi hesasî nêzî mijarê bibin.