PeyamaKurd- Hate ragihandin ku malbata Ebdullah Hebeş a ji Kobanê ku beriya demekê li parêzgeha Humsê ya Sûriyeyê hatibû revandin, piştî dayîna 30 hezar dolar fîdyeyê hate azadkirin.
Hate zanîn ku malbat niha li herêma Wadî Xalid a Libnanê hat wergirtin û ber bi bajarê Kobanê ve di rê de ye.
Birayê Ebdullah Hebeş, Enwer Hebeş ji K24ê re ragihandiye, birayê wî Ebdullah Hebeş Ato û malbata wî ku ji heft kesan pêk tên hatine azadkirin. Ev malbat piştî êrîşên dawî yên li ser herêma Kobanê reviyabûn û li bajarê Tilkelexê yê parêzgeha Humsê ji aliyê komên çekdar ve hatibûn girtin.
Enwer Hebeş hûrgiliyên azadkirina malbatê eşkere kirin û diyar kir, proseya radestkirina pereyê fîdyeyê şeva borî li Lubnanê pêk hatiye. Li gorî gotina wî, çend kesên rûpêçandî bi motorsîkletekê hatine û kîsê pereyê ku li ser hatibû lihevkirin, wergirtine. Piştî wergirtina fîdyeyê, revandiyan malbat li herêma Wadî Xalid a Lubnanê serbest berdane.
Enwer got, malbata birayê wî ji ber îşkenceya derûnî û tirsandina di dema rehîngirtinê de, rewşa wan a derûnî gelekî xirab e û da zanîn: "Birayê min, hevjîna wî û pênc zarokên wan niha di rê de ne û vedigerin Kobanê. Lê ew di bin bandoreke giran a tirsê de ne."