PeyamaKurd – Rojnameya Wall Street Journalê eşkere kir ku artêşa Amerîkayê, ji dema dagirkirina Iraqê ya sala 2003yan vir ve, mezintirîn û pêşketîtirîn hêza xwe ya hewayî û deryayî li Rojhilata Navîn bi cih kiriye.
Ev liv û tevgera bêhempa wekî amadekariyek ji bo êrîşeke mihtemel a li ser Îranê tê nirxandin, eger danûstandinên dîplomatîk bi ser nekevin.
Li gorî raportê, Pentagonê balafirên şer ên herî pêşketî yên cîhanê, F-35 û F-22 Raptor, şandine herêmê. Her wiha:
Serokê Amerîkayê Donald Trump hîn biryara dawî nedaye, lê du planên leşkerî yên sereke hatine amadekirin:
Analîz nîşan didin ku sîstema parastina hewayî ya Îranê (mîna S-300) di pevçûnên sala borî de bi Îsraîlê re lawaz bûye. Lê belê, Pentagon hişyariyê dide ku Tehran dikare bi mûşekên balîstîk û girtina Tengava Hurmiz bersiveke tund bide ku aboriya cîhanê serûbin bike.
Danûstandinên ku di 6ê Sibatê de li Omanê dest pê kirin, hîn negihîştine encamê. Trump daxwaza rawestandina tam a dewlemendkirina ûranyûmê dike. Ji aliyê din ve, Îsraîl zextê dike ku bernameya mûşekî ya Îranê jî bibe parçeyek ji peymanê.
Li gorî WSJyê, dibe ku Îran berî ku Trump qonaxa xwe ya niha bi dawî bike, ji bo rawestandina êrîşê, "paşveçûneke taktîkî" bike û dewlemendkirinê rawestîne.