PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di hevpeyvînekê de li gel televîzyona El-Arabiyayê, hişyariyeke tund da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).
Lavrov diyar kir ku her êrîşeke nû ya li ser Îranê dê bibe sedema karesateke mezin û "encamên xeternak" ji bo tevahiya herêmê hebe.
Lavrov bal kişand ser êrîşên berê yên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê û destnîşan kir ku ev kiryar xetereya qezayeke nukleerî ya mezin çêdikin. Lavrov got:
Tesîsên ku di bin çavdêriya IAEAyê de ne berê hatin hedefgirtin. Ev lîstina bi agir e. Welatên Ereb û yên Kendavê naxwazin rageşî zêde bibe, ji ber ku ev yek dê pêvajoya asayîbûna têkiliyên Îran û Erebistana Siûdî jî têk bibe."
Hevdîtinên li Cenevreyê û vegera hêzên Amerîkî
Daxuyaniya Lavrov rojek piştî danûstandinên nerasterast ên li Cenevreyê hat. Li gorî zanyariyên ji Qesra Spî:
Mafê nukleerî yên aştiyane
Rûsya tekez dike ku divê rê ji Îranê re were vekirin da ku bernameya xwe ya nukleerî ya "aştiyane" bidomîne. Dema ku Amerîka daxwaza rawestandina tam a bernameyê dike, Lavrov dibêje welatên Erebî jî li pey rêkeftinekê ne ku "mafên rewa yên Îranê" binpê neke, lê di heman demê de garantî bike ku Îran nabe xwedî çekên nukleerî.
Kêşeya sereke hîn jî li ser asta dewlemendkirina ûranyûmê ye. Îran bi awayekî kategorîk daxwaza DYAyê ya ji bo devberdana tam red dike û dibêje armanca wan bi tenê hilberîna enerjiyê û dermanan e. Rûsya di vê mijarê de wekî "navbeynkarekî stratejîk" hewl dide pêşî li pevçûneke leşkerî bigire ku dibe ku tevahiya Rojhilata Navîn bişewitîne.