PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB), di civîna çapemeniyê ya heftane de daxuyaniyên giring dan.
Di rojeva wezaretê de mijara herî germ, pêvajoya lihevhatina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê de bû.
Wezareta Parastinê derbarê nûçeyên entegrasyona HSDyê di nav artêşa Sûriyeyê de helwêsta xwe bi zelalî nîşan da. Wezaretê diyar kir ku ew pêşketinên li ser erdê ji nêz ve dişopînin û wiha got:
Em hêvî dikin ku pêvajoya yekbûnê ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de zû biqede. Lê belê, divê ev yekbûn bibe sedema xurtkirina avahiya yekgirtî ya Sûriyeyê. Ji bilî prensîba 'yek dewlet, yek artêş' tu îhtîmaleke din nayê qebûlkirin."
Enqere tekez dike ku divê tu avahiyeke çekdar a "taybet" an "paralel" di nav sîstema nû de nemîne ku bibe gef li ser ewlehiya sînorên Tirkiyeyê.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, bi boneya 74emîn salvegera tevlibûna Tirkiyeyê bo NATOyê, wezaretê bal kişand ser rola Enqereyê ya di nav tifaqê de. Hat gotin ku Tirkiye wekî endameke "bihêz, pêbawer û bibandor" hemû erkên xwe bi cih tîne û dê di parastina herêma Euro-Atlantîkê de roleke çalak bilîze
Wezaretê her wiha destnîşan kir ku ji bo parastina berjewendiyên neteweyî, hemû tedbîrên leşkerî li ser sînor hatine girtin. Enqere ji nêz ve dişopîne ka dê HSD bi kîjan şert û mercî tev li artêşa Sûriyeyê bibe û gelo ev yek dê bandoreke çawa li ser herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de bike.