PeyamaKurd – Di demekê de ku li Iraqê krîza avakirina hikûmeta nû berdewam dike, hûrgiliyên peyameke tund a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo Bexdayê eşkere bûn. Washingtonê 7 mercên sereke danîne pêşiya aliyên siyasî yên Iraqê ku rasterast bandorê li paşeroja têkiliyên her du welatan û namzetiya Nûrî el-Malikî dikin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê rojnamevanê Iraqî Ehmed Mela Telal ve hatine eşkerekirin, mercê herî giran ê Amerîkayê hilweşandina milîsên bi ser Îranê ve ye. Washington daxwaz dike ku di navbera 6 meh heta salekê de çek ji van komên çekdar werin standin. Herwiha, divê hemû şêwirmend û wekîlên Îranê ji saziyên dewletê werin derkirin da ku dawî li hegemonyaya Tehranê ya li ser Bexdayê were anîn.
Di mercan de hatiye diyarkirin ku divê Heşdî Şeibî nebe hêzeke paralel li hember Wezareta Berevaniyê. Amerîka daxwaz dike ku rola vê saziyê bi yasayê were sînordarkirin û di nav artêşa fermî ya Iraqê de were rêkxistin. Ev pêngav wekî hewildanek ji bo parastina serweriya dewletê û yekkirina hêza çekdar tê dîtin.
Mijara aborî jî di nav mercên sereke de ye. Washington daxwaz dike ku:
Amerîka tekez dike ku divê hikûmeta bê ji kesên jêhatî û teknokrat pêk were ku tenê li pêş gelê Iraqê berpirsyar bin. Di dawiyê de, daxwaz hatiye kirin ku Iraq wekî hevbeşekî stratejîk ê ewlehî û aborî li gel Amerîkayê berdewam bike.