PeyamaKurd – Duh, êvara Çarşemê, li ser rêya navbera Silêmanî û Dukanê, di encama êrîşeke dronê de wesayîteke endamên Partiya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê hat hedefgirtin.
Di vê êrîşê de pêşmergeyê bi navê Hêriş Rêncber hat qetilkirin û du endamên din ên partiyê jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku wesayîta ku hat hedefgirtin a cîgirê sekreterê giştî yê Komalê, Omer Îlxanîzade bû. Îlxanîzade bi xwe ji êrîşê bêyî ku birîndar bibe rizgar bû, lê pêşmergeyê bi navê Aram Behramî û hevalekî wî bi giranî birîndar bûn û neqlî nexweşxaneyê hatin kirin.
Saziya Mafên Mirov a Hengawê û çavkaniyên Komalê ragihandi ku ev êrîş ji aliyê Pasdarên Îranê (IRGC) ve hatiye kirin.