PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Ozalp û Sarayê di operasyona cendirman de 232 koçberên ku di berfê de bi meş sînorê Îranê derbas kiribûn û ketibûn nav sînorê cendirmeyên Tirkiyê, hatin girtin.
Li ser gilîkirina hin kesan tîmên cendirmeyan ketin nav tevgerê û operasyon kirin. Operasyon di 23-24 ê mehê de hat kirin. Cendirmeyan 232 koçberên qaçax ku girtin wan teslîmê Rêvebiriya Daîra Koçberan kirin. Ji bo girtina kesên ku karê qaçax yê koçberan dikin, cendirme desat bi xebatê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin