PeyamaKurd – Li welatê Brezîlê fermandarê artêşê General Julio Cesar de Arruda ji kar hat dûrxistin.
Piştî hilbijartina Serokê nû yê Brezîlê Luiz Inacio Lula da Silva, alîgirên serokê berê yê di hilbijartinan de têkçûyî bi ser avahiyên kongre û serokatiya Brezîlê de girtibûn û artêş negirtina tedbîran dihat tohmetbarkirin.
Serokê Brezîlê li ser îhmala artêşê di serdegirtinan de, General Julio Cesar ji kar dûr xist ku bi negirtina tedbîrên pêwîst û rê xweşkirina êrîşa ser avahiyên dewletê tê tawanbarkirin.
Serokê berê Jair Bolsonaro, beriya hilbijartinan bi demekê ji bo fermandariya artêşê hatibû destnîşankirin û dest bi kar kiribû û niha jî bi hevkariya ligel alîgirên Bolsonaro tê tawanbarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin