PeyamaKurd - Di çarçoveya peymana 29ê Çileyê ya navbera Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ku lihevkirin li ser entegrasyonê hatibû kirin, Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Çiya Kobanê (Hecî Mihemed Nebo) bi fermî dest bi peywira xwe cîgirê fermandarê Firqeya 60an kir.
Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, “Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ê Çileyê de, endamê fermandariya me ya giştî (HSD) Çiya Kobanê (Hecî Mihemed Nebo) bi fermî dest bi peywira xwe wek cîgirê fermandarê Firqeya 60an kir.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev tevger di çarçoveya birêxistinkirina têkiliyên leşkerî û entegrekirina hêzên leşkerî yên HSDê di sazûmaniya parastina Sûriyeyê de pêk tê. Ev yek dê hewldanên yekbûyî yên parastinê xurt bike û asta performansa li hember pirsgirêkên ewlehiyê zêde bike. Di heman demê de teqeziyê li ser vê dikin ku parastina sivîlan û aramiya herêmê armancên pêşîn in.”