PeyamaKurd – Cîgirê fermandarê giştî yê hêzên Deryayî yê Îranê Muhammed Ekberzade, li eyaleta Kiremanê di qeza çûnûhatê de mir.
Li gor ragihandina ajansa Fars ya fermî; dema Ekberzade bi erebê diçe, ereba wî werdigere û Ekberzade giran birîndar dibe.
Ekberzade dibin nexweşxanê lê li nexweşxanê dimre. Li ser qezayê lêpirsîn dewam dike.