PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ISNAyê ragihand ku Admiral Elî Ezmayî wek fermandarê nû yê Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran hatiye erkdarkirin û bi fermî dest bi karê xwe kiriye. Supaya Pasdaran ragihandibû ku fermandarê berê Lîwa Elî Riza Tengsîrî, ku di encama êrîşên asmanî yên hevpeymaniya Amerîka û Îsraîlê de bi giranî birîndar bûbû, di 30yê Adara 2026an de miriye.
Artêşa Îsraîlê beriya niha Tengsîrî bi girtina Tengava Hurmizê û çandina mînên deryayî tawanbar kiribû.
Admiralê nû Elî Ezmayî di yekem peyama xwe ya fermî de gefên tund li Washington û Tel Avîvê xwarin û ragihand ku tolhildana wan a leşkerî ne dûr e.
Elî Ezmanî kî ye?
Fermandarê nû Elî Ezmayî weke yek ji efserên herî xwedî ezmûn û stratejîk ê hêzên deryayî yên Îranê tê naskirin ku ji sala 2012an ve birêvebirina Herêma 5an a deryayî di bin kontrola wî de bû. Ezmayî di sala 2022an de ji aliyê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî ve pileya bilind a Lîwa Rukin wergirtibû daku operasyonên deryayî yên li Kendavê bi rê ve bibe. Ji ber çalakiyên wî yên serbaziya deryayî û fişara li ser keştiyên biyanî, wezareta darayî ya Amerîkayê di sala 2019an de navê wî raste rast xistibû nav lîsteya cezayên navdewletî, ku ev yek girîngiya helwesta wî ya nû di parastina berjewendiyên Tehranê de zêdetir eşkere dike.