Sirbîstan: Em ê li ser Rusyayê, dorpêçan nesepînin

Sirbîstan: Em ê li ser Rusyayê, dorpêçan nesepînin

PeyamaKurd- Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucic ragihand ku rayedarên welatê wî dê dorpêçan li ser Rusyayê nesepîne û têkiliyên xwe yên bi Rojava re qut neke.

Aleksandar Vucic, di dawiya Civîna Meclisa Sirbîstanê da daxuyanî da û tê de Plana Fransa-Almanan a ku Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) piştgiriyê didinê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kosovayê, bi berfirehî hat gotûbêjkirin.

Vucic da zanîn ku li pêşiya welatê wî qonaxeke dijwar heye û got, "Sirbîstanê, dê dest ji muzakereyan bernede, dê têkiliyên bi Rojava re qut neke û dê dorpêçan li ser Rusyayê ferz neke.”

Serokomarê Sirb, Vucic got: "Ez ji vê rewşê ne dilgeş im, lê ez nizanim heger em li ser Rusyayê dorpêçan nesepînin, em ê heta ku derê li ber xwe bidin.”

Aleksandar Vucic destnîşan kir ku piştî şerê li Ukraynayê, rewş ne wisa bû û got ku hêzên rojavayî hewil didin ku pirsgirêka li Kosovayê di zûtirîn demê de çareser bikin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, tê payîn ku rûniştina parlamentoya Sirbîstanê, sibê jî berdewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin