PeyamaKurd – Zelensky diyar kir, Yekîtiya Ewropayê (YE) bi fermî piştgiriyê dide formula aştiyê ya ku ji aliyê Ukraynayê ve hatiye amadekirin.
Serokomarê Ukraynayê Zelensky di peyama xwe ya vîdyoyî ya rojane de di civîna bilind a Ukrayna-Yekîtiya Ewropayê (YE) de axivî.
Zelenskî bal kişand ser wê yekê ku pêvajoya entegrasyona welatê wî bi YEyê re berdewam e û da zanîn, ev mijar bi giranî di lûtkeyê de hatiye gotûbêjkirin.
"Spas ji Biden re"
Rêberê Ukraynayê got: "Lihevhatinên me yên zelal bi şirîkên xwe re hene li ser çawaniya nêzîkkirina Ukraynayê ji Yekîtiya Ewropî re."
Zelenski di berdewamiya peyama xwe ya rojane de ev tişt anî ziman:
"Me azadiya Ukraynayê parast. Em nirxên Ukraynayê diparêzin. Em ê bigihîjin armancên Ewropî yên dewleta xwe. Yekîtiya Ewropayê îro bi fermî piştgirî da formula aştiyê ya Ukraynayê. Ev yek di daxuyaniya dawî ya lûtkeyê de hat tomarkirin."
Zelenski bi bîr xist, Amerîka biryar da ku alîkariyên leşkerî yên zêde bide Ukraynayê, di nav de roketên dûravêj ên ku ji bejayê hatine avêtin, Zelenski spasiya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin