PeyamaKurd – Niha jî “balonên sîxuriyê” li aloziya navbera Amerîka û Çînê zêde bûne.
Derket holê ku "balona sîxuriyê" ya ku hat diyarkirin wê li ser tesîseke leşkerî ya li Amerîkayê bifire, ji tesîseke Çînê derketiye. Piştî van geşedanan, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana xwe ya Pekînê ji bo hefteya bê taloq kir.
Berdevkê Pentagonê Tûggeneral Patrick Ryder got, "Me nûçeyên derbarê balona ku li ser Amerîkaya Latîn derbas bû dîtin. Em vê wekî baloneke din a çavdêriyê ya Çînê dihesibînin. Di vê qonaxê de agahiyên din di destê me de nînin."
Pentagonê çend roj berê baloneke çavdêriyê ya bilind a Çînê li esmanê Amerîkayê dîtibû.
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) da zanîn, niha balon li ser bilindahiya 60 hezar metre li esmanê navxwe yê Amerîkayê difire û ragihand, balon metirsiyeke fizîkî li ser balafirên sivîl û bejahî nîne. Piştî ku bablîsok hate dîtin, Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî Antony Blinken serdana xwe ya Pekînê hefteya pêş paşxist.
QESRA SPÎ: BINPÊKIRINA EŞKERE YA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ
Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre derbarê "balona sîxuriyê" ya Çînê ya li qada hewayî ya Amerîkayê de got, "Hebûna vê balonê li qada me ya hewayî binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî û herwiha serweriya me ye û nayê qebûlkirin."
Jean-Pierre da zanîn, haya wan ji daxuyaniyên rayedarên Çînî yên ku dibêjin ew poşman bûne ji ber ku balon ketiye qada hewayî ya Amerîkayê heye û wiha got: “Serokkomar her tim ewlehiya Amerîkiyan û ewlehiya gelê Amerîkayê di serî de digire.
Berdevkê Jean-Pierre got, "Di bin serokatiya vî serokî de, em ji her demê bêtir amade ne ku Çînê têk bibin, ewlehiya xwe ya neteweyî biparêzin û Hindistan-Pasîfîkek azad û vekirî pêş bixin."
Jean-Pierre eşkere kir, Biden ji roja Sêşemê ve derbarê balonê de hatiye agahdarkirin, Jean-Pierre diyar kir, ew jî piştgiriya biryara Serokdewlet a ji bo paşxistina serdana Wezîrê Derve Antony Blinken bo Çînê dikin.
Çîn qebûl kir ku balona bilind a ku hat dîtin ku li ser hin tesîsên leşkerî yên hesas ên li qada hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) difire û karbidestên berevaniyê guman kir ku ji bo "armancên îstîxbaratê", ya Çînê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin