PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed ragihand ku ji bo bajarên Tirkiyê û bajarên Kurdan konwoyekî alîkariyê şandine û wê konwoyekî dinê jî bişînin. Rêber Ahmed got ku konwoya alîkariyê bi fermana serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatiye şandin.
Wezîrê karên navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed li deriyê sînorê Kurdistanê li Deriyê Îbrahîm Xelîl civîna çapemeniyê lidarxist û got serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo dezgeyên hukumetê gotiye ku ji destê wan çi were divê bikin û alîkariyê bişînin derveyê sînor.
Ahmed ragihand ku Tirkiye ji Herêma Kurdistanê xwestiye da ji bo qurbaniyan alîkariyê bikin, kesên di bin enqazan de mane ji bo wan rizgar bikin, tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê bişînin. Rêber Ahmed her weha got:
“Hukumeta Herêma Kurdistanê amade ye ku alîkariyê bişîne Sûriyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin