Pisporên Erdnasiyê: Felaketa kozmîk e, erdzemîn zêdetirî 3 metreyan semitî!

Pisporên Erdnasiyê: Felaketa kozmîk e, erdzemîn zêdetirî 3 metreyan semitî!

PeyamaKurd – Li gorî pisporan erdhejên ku navenda wan bajarê Mereşê ye, bûne sedema felaketeke pir mezin a kozmîk û erdzemîna Tirkiyeyê jî bi qasî 3 metreyan şemitî ye.

Pisporên erdnasiyê dibêjin, tundiya erdheja ku 10 bajar daye ber xwe, ji tundiya kêşana erdzemînê du qatan zêdetir û destnîşan dikin, di salên 1500î de jî li Bazarcixê erdhejeke wiha rû daye ku jê re ‘felaketa kozmîk’ hatiye gotin.

Li gorî nirxandina Serokê Enstîtuya Jeofizîk û Volkanolojî ya Îtalyayê (INGV) Carlo Doglioni, erdzemîna Tirkiyeyê ku Bakurê Kurdistanê jî li xwe digire, her tim di nav tevgerê de bûye û ev erdheja dawî jî stresa ku 500 salan li ser parçeyên fayê kom bûye şikandiye.

Doglioni gotiye, “Xuya dibe ku xeta faya ereb, di ber xeta bakurêrojhilat-başûrêrojava de, zêdetirî 3 metreyan şemitî ye. Ev tevgerîneke pir mezin e.”

Doglioni daye zanîn ku di nav her 10 çirkeyên erdhejên pileya 7.8 û 7.9 de, ew bûyera şemitîna zêdetirî 3 metreyan çêbûye.

Serokê Navenda Lêkolînên Erdhejê yê Zanîngeha Gaziyê Prof. Dr. Suleyman Pampal bal kişandiye ser ku tundiya erdheja Bazarcixê ji erdheja Golcuk a 1999an mezintir e ku bi qasî yek xulek û nîvê dewam kiriye.

Pampal erdheja 1530yî bibîr xist ku diyar kir, wê demê di navbera 200-300 hezaran de windahiyên canî çêbûne û dîroknasan ew wekî ‘felaketa kozmîk’ bi nav kirine ku ev erdhejên Mereşê jî dikevin wê kategoriyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin