PeyamaKurd – Piştî erdhejên mezin ên Bazarcix û Elbistanê yên bajarê Mereşê ku bi navbera 9 saetan û pileyên 7.7 û 7.6 rû dan, ji 6ê Sibatê ve erdhejên peyrewî jî bê navber çêdibin.
Herdu erdhejên mezin yên Mereşê ji xeynî bajarên Sûriyê, li Bakurê Kurdistanê jî 10 bajar dane ber xwe ku karesata sedsalê tê binavkirin.
Derbarê erdhejên ku bê navber bi pileyên biçûktir ji yên 6ê Sibatê berdewam dikin de, Midurê Enstîtuya Erdhejan a Kandilli ku bi ser Zanîngeha Bogaziçi ve ye, Prof. Dr. Haluk Ozener, daxuyanî da.
Ozener, li ser metirsiya tsûnamiyê piştî erdheja Mereşê li herêmê got, “Niha li navenda me hezar û 200 erdhejên peyrewî hatine tomarkirin. 256ê wan erdhejan pileya wan li ser 4an e.”
Herwiha Ozener diyar kir: “Du erdhejên pileya wan ji 6an bilindtir hene û ew jî yên roja ewil in. Yek ji wan pileya wê 6.0 yek jî 6.9 e. Hejînên peyrewî didomin. Dê ev hejîn bi hefteyan, mehan heta bi qasî salekê jî dewam bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin