Li 10 bajaran buroyên lêpirsîna tawanên erdhejê têne vekirin

Li 10 bajaran buroyên lêpirsîna tawanên erdhejê têne vekirin

PeyamaKurd – Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê ku wêraniyeke mezin û felaketeke mirovî bi xwe re aniye, li 10 bajaran buroyên tawanên erdhejê vedike.

Wezaretê ji bo vekirina buroyên tawanên erdhejê li 10 bajarên Mereş, Semsûr, Hatay, Osmaniye,  Diyarbekir, Kilîs, Dîlok, Edene, Meletî û Xarpêtê nivîseke fermî ji serdozgeriyên wan bajaran re şand. 

Hatiye diyarkirin ku wê buroyên lêpirsînê li ser testpîtkirina berpirsên avahiyên hilweşiyayî kar bike, li dijî reşkirina delîlan jî tedbîran werbigire.

Piştî erdhejê heta niha hejmarek mutahid û berpirsên avahiyên di erdhejê de hilweşiyayî, dema xwestin birevin derveyî welat hatine girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin