PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Asmanî ya Bakurê Amerîkayê (NORAD) piştî li ser Alaska û Kanadayê lêdana hin cismên nehatine zanîn, herêma Montana a çekên nukleerî lê hatine bicihkirin, ji firînên asmanî re qedexe kir.
Di daxuyaniya fermandariya Amerîkayê de, hatiye diyar kirin ku NORADê ji bo ewlehiya trafîka asmanî ya herêmê bi hevkariya Îdareya Asmanî ya Federal 11ê Sibatê astengî daniye ser firînên asmanî yên ser Montanayê.
Herwiha hatiye ragihandin ku ji bo tespîtkirina cismên nenas NORADê balafireke şer a radarê şandiye, lê tiştek nehatiye dîtin û wê şopandina wan cismên nenas bidomînin.
Hêjayî gotinê ye, 4ê Sibatê baloneke Çînî ku li ser Montanayê firiyabû li peravayên Başûrê Carolinayê hatibû xistin ku Çînê red kiribû ku ew ji bo karê îstixbaratê hatiye şandin.
Herwiha 9ê Sibatê jî li ser asmanê Alaskayê cismekê nehatiye pênasekirin hatibû xistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin