PeyamaKurd – Li gorî nexşeya xeta fayê ya aktîf a Midûriyeta Giştî ya Lêkolîn û Lêgerîna Madenê (MTA) ku hat nûkirin, hat diyarkirin, 485 şilên çalak hene ku dikarin erdhejên 5,5 û jortir çêbikin, 42 parêzgeh jî di bin xetereyê de ne.
Midûriyeta Giştî ya Lêkolîn û Lêgerîna Madenê (MTA) ragihand, 450 şilên çalak hene ku wê erdhej çêbibin.
Li gorî Nexşeya Çekên Çalak ên Tirkiyeyê ku ji aliyê MTAyê ve hatiye amadekirin, li Tirkiyeyê, bajarên Kurdan jî di nav de, 485 şilên çalak hene ku dikarin erdhejên 5,5 û jortir çêbikin.
Li gorî nexşerêya hevbeş, li ser 42 parêzgehan 110 navçe hene ku rasterast li ser xeta çalak rûniştine.
Parêzgehên li ser fayê Aksaray, Aydin, Balıkesir, Bolu, Burdur, Bursa, Bingol, Denizli, Eskişehir, Erzincan, Erzirom, Colemêrg, Hatay, Îzmir, Maraş, Manisa, Muğla, Kocaelî, Konya, Osmaniye, Sakarya û Tokat in. Hat diyarkirin ku 110 navçe jî li ser xeta fayê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin