PeyamaKurd – Xwepêşandanên protestoyî ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî di Îlona 2021ê de dest pê kiribûn, di meha 6an de berdewam dikin.
Koma Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) bi raporekê ragihand ku di 6 mehên ewil ên serhildanê de 529 kes bi destê hêzên rejîma Îranê hatine kuştin.
Di raporê de hatiye diyarkirin, di 6 mehên borî de 71 jê zarok, herî kêm 529 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qetilkirin, 19 hezar û 763 kes hatine girtin û li 14 hezar û 698 kesan jî cezayê girtîgehê hatiye birîn.
Herwiha hat eşkere kirin ku li 164 parêzgeh û 144 zanîngehan xwepêşandan hatine lidarxistin. Li gorî raporê 4 xwepêşanderên hatibûn girtin jî hatine darvekirin û li ser 107 kesan jî metirsiya darvekirinê heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin