Îdia: Trump destûra lêdana Îranê bi fermî daye Îsraîlê

Dîroka Weşanê :
Îdia: Trump destûra lêdana Îranê bi fermî daye Îsraîlê

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên medyaya Amerîkî ku hatine belavkirin, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber fikarên li ser bernameya nukleerî û pêşxistina fuzeyên balîstîk, destûra tevgerê daye Îsraîlê ku li dijî Îranê çalakiyan pêk bîne.

Ev biryara dawî piştî gefên tund ên Trump ên berê tê ku rasterast hişyarî dabû rayedarên Îranê.

Trump, li ser protestoyên berdewam ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gotibû, heke xwepêşanderan bikuje ew dê destwerdana leşkerî li Îranê bike.

Hêjayî gotinê ye, heta niha di xwepêşandanan de zêdetirî 20 kesan hatine kuştin û bi qasî hezar xwepêşander jî hatine binçavkirin.