“Eger Rojava bi danûstandinan razî nebin, em ê bi rêbazên leşkerî deverên xwe yên dîrokî rizgar bikin”

Dîroka Weşanê :
“Eger Rojava bi danûstandinan razî nebin, em ê bi rêbazên leşkerî deverên xwe yên dîrokî rizgar bikin”

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, derbarê nakokiya Rûsya-Ukraynayê de got, "Em tercîh dikin ku nakokiyan bi rêya dîplomasiyê çareser bikin. Lêbelê, eger aliyê Ukraynayê û piştgirên wê yên biyanî bi danûstandinan razî nebin, Rûsya wê bi rêbazên leşkerî deverên xwe yên dîrokî rizgar bike."

Pûtîn beşdarî civînek berfireh a Lijneya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bû.

Pûtîn behsa destkeftiyên Rûsyayê di şerê Ukraynayê yê îsal de û pêşketinên di pevçûnê de kir û got:

"Îsal me zêdetirî 300 wargeh rizgar kirin, di nav de bajarên mezin ên ku veguherîbûn kelehên bi hêz. Operasyona me ya leşkerî bê guman wê serkeftî be. Em tercîh dikin ku bi rêya dîplomasiyê koka pirsgirêkan çareser bikin û bi vî rengî nakokî çareser bikin. Lêbelê, eger aliyê Ukraynayê û piştgirên wê yên biyanî nekevin nav danûstandinên girîng, Rûsya wê deverên xwe yên dîrokî bi rêbazên leşkerî rizgar bike. Wekî din, afirandin û berfirehkirina herêmeke tamponê ji bo ewlehiyê wê pir caran di rojevê de be."

Putin her wiha îdia kir ku rêveberiya berê ya Amerîkayê di bin serokatiya Serokê berê Joe Biden de "difikirî ku Rûsya dikare di demek kurt de were lawazkirin an jî were hilweşandin", û rêveberiya Biden tawanbar kir ku bi zanebûn bûyeran ber bi şerê çekdarî ve dibe.