Pîrozbahiya Roja Alayê li Efrînê: Çalakiyek hevbeş ji aliyê ENKS û PDK-S ve

Dîroka Weşanê :
Pîrozbahiya Roja Alayê li Efrînê: Çalakiyek hevbeş ji aliyê ENKS û PDK-S ve

PeyamaKurd – Li Efrîna Rojava, Encumena Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) çalakiyek hevbeş ji bo pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê li dar xistin.

Encumena Xwecihî ya Efrîn, ku bi ENKS ve girêdayî ye, û PDK-S doh (17ê Kanûnê) merasîmek taybet ji bo pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê li dar xistin.

Semînera "Ala Kurdî Pîroz e"

Di çarçoveya çalakiya ku li avahiya Encumena Xwecihî ya Efrîn hate lidarxistin de, semînerek bi navê "Ala Kurdî Pîroz e" hate dayîn.

Semîner li ser dîroka ala Kurdistanê, girîngiya wê di qonaxên cûda yên têkoşîna neteweyî de û pîroziya wê wekî sembola yekîtî û nasnameya gelê Kurd axivî.

Tevî şert û mercên dijwar û "rewşên taybet" ên ku Efrîn tê re derbas dibe, nûnerên ENKSê, endamên PDK-Sê û gelek welatiyên Efrînî beşdarî çalakiyê bûn û dilsoziya xwe ji bo ala Kurdistanê nîşan dan.