PeyamaKurd – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hewldanên cidî dimeşîne da ku aliyên siyasî bi "dengekî yekgirtî" beşdarî rûniştina yekem a Parlamentoya Iraqê bibin. Herîrî her wiha mizgînî da ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêmê çareserî nêzîk e.
"Peyama Nêçîrvan Barzanî zelal ev"
Fewzî Herîriyê ku li Hewlêrê beşdarî resepsiyona Roja Neteweyî ya Qeterê bû, derbarê pêvajoya siyasî ya Iraq û Kurdistanê de daxuyanî dan. Herîrî bal kişand ser hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê û got:
Peyama Serokkomar eşkere ye: Divê em bi yek dengî û yekîtî biçin Bexdayê. Serkeftina hêzên Kurdî û çareserkirina pirsgirêkan bi bicihanîna Destûra Iraqê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, nûnerên Kurd divê wekî eniyeke yekgirtî li Bexdayê amade bin."
Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, rûniştina yekem a parlamentoya nû ji bo 29ê Kanûna Pêşîn a 2025an diyar kiribû. Herîrî diyar kir ku heta wê rojê dem heye û armanca wan ew e ku hemû partiyan li ser berjewendiyên stratejîk bicivînin.
Helwesta PDK û YNKyê
Derbarê nakokiyên di navbera PDK û YNKyê de jî Herîrî nirxandinên girîng kirin:
Rast e, di navbera her du aliyan de li ser avakirina hikûmeta Herêmê nîqaş hene. Lê belê her du partî jî baş dizanin ku dema mijar dibe berjewendiyên stratejîk ên li Bexdayê, divê bi hev re tevbigerin. Di vê xalê de lihevhatinek heye."
Avakirina Hikûmeta Herêmê
Herîrî di dawiyê de peyameke hêviyê da û got:
Em piştrast in ku dê di demeke nêzîk de ji bo avakirina hikûmetê çareseriyek were dîtin."