RAPOR - Sûriye | 11 hezar malbat ji ber erdhejê bê mal mane û seveder bûne

RAPOR - Sûriye | 11 hezar malbat ji ber erdhejê bê mal mane û seveder bûne

PeyamaKurd -  Yekîneya Kordînasyona Piştevaniyê ya Ziyanên Erdhejê li bakurê Sûriyê, derbarê ziyanên erdheja ku navenda wê Mereş bû û wêrankariyeke mezin li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî bi xwe re anîbû raporek belav kir.

Di rapora rêxistinê de hatiye diyarkirin, di encama erdheja roja 6ê Sibata 2023yan de, 1 hezar 793 xanî bi temamî hilweşîyane û 7 hezar û 985 xanî beşek ji wan hilweşyaye.

Li gorî raporê nêzî 11 hezar malbat ji ber xirabûna xaniyên wan şeveder bûne û niha bê cih û mal in.

Hêjayî gotinê ye, di encama erdhejên 6ê Sibatê de yên bi pileyên 7,7-7,6 ku navenda wan Mereş a Bakurê Kurdistanê bû, li gorî amarên fermî li 10 bajarên Bakur û Tirkiyeyê 40 hezar û 642 kes mirine û li Sûriyê jî 5 hezar û 932 kesan can daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin