PeyamaKurd- Li bajarê Cincinnati yê bi ser eyaleta Ohioyê de, êrîşî mala Cîgirê Serokê Amerîkayê James David Vance hat kirin.
Geşedanên piştî operasyona Amerîkayê ya li dijî Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî berdewam dikin. Hate zanîn ku ev êrîş di saetên serê sibê de pêk hatiye û di encama êrîşê de camên malê hatine şikandin, lê di wê kêliyê de Vance bixwe ne li mal bûye.
Piştî rûdanê, hêzên ewlehiyê yekser dest bi lêkolînê kirin û hat zanîn ku gumanbarek hatiye binçavkirin. Rayedarên Amerîkî derbarê nasnameya êrîşkar û armanca êrîşê de hîn agahiyên berfireh parve nekirine, lê tîmên ewlehiyê li derdora mala Vance tedbîrên tund girtine.