PeyamaKurd – Îro, di 7ê Çileya 2026an de, li bajarê Helebê di encama êrîşên giran ên komên çekdar ên girêdayî rejîma veguhêz a Sûriyê de ku li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd pêk hatin, herî kêm 6 sivîl hatin qetilkirin û zêdetirî 40 kesên din jî birîndar bûn. Di vê komkujiyê de sivîlên bi navên Fatme Hemade (41), Hesen Mihemed Hesen (42), Mesûd Fayid Ebdo (30), zarokên bi navê Şam Dilo (3) û Xorşîd Omer (13) û jineke ku navê wê nehate hînbûn jiyana xwe ji dest dan; her wiha endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sebrî Mihemed Ebdulqadir can da.
Êrîşên ku bi tank, çekên giran û dronên xwekuj hatin kirin, bûn sedema girtina dibistanan û derbeke giran gihand Nexweşxaneya Osman a li Eşrefiyeyê ku êdî nikare xizmetê bide.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ragihand ku wan bersiva van êrîşan daye û ji bo parastina sivîlan li van taxên dorpêçkirî hemû tedbîrên pêwîst girtine.