PeyamaKurd – Ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê, di navbera PDK û YNKyê de hîna lihevkirinek çênebûye. Di vê çarçoveyê de, piraniya grûpên Şîe (Çarçoveya Hemahengiyê) ragihandin ku eger Kurd bi du namzedan bikevin hilbijartinê, ew ê piştgiriyê bidin namzedê YNKyê Nizar Amîdî.
Grûpên wekî Sadiqun û Rêxistina Bedir diyar kirin ku ji ber ezmûna Amîdî ya li Bexdayê, şansê wî zêdetir e.
Di heman demê de, PDK bi namzedên wekî Fuad Huseyîn û Nawzad Hadî di pêşbaziyê de ye. Li gorî destûrê, divê serokkomar bi dengên 2/3 yên parlamentoyê were hilbijartin.