PeyamaKurd – Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî, bersiveke tund da daxuyaniyên Donald Trump ên derbarê xwepêşandanên li Îranê de. Larîcanî hişyarî da ku her destwerdaneke Amerîkayê dê herêmê bêîstîqrar bike û berjewendiyên Washingtonê li Rojhilata Navîn têk bibe.
Larîcanî îdia kir ku Trump ev "serpêhatî" da destpêkirin û rasterast bangî gelê Amerîkayê kir ku "li kêleka leşkerên xwe bisekinin û wan biparêzin." Larîcanî her wiha diyar kir ku ew daxwazên aborî yên karker û dikandaran ji kesên ku "tundûtûjiyê dixwazin" cuda dibînin.
Ev bertek piştî gefa Trump hat ku gotibû:
Heke Îran tundûtûjiyê li dijî xwepêşanderan bi kar bîne, Amerîka bi çek û teçhîzat amade ye ku destwerdanê bike."