Agir bi Kampa Şaryayê ya Dihokê ket: 5 zarok hatin rizgarkirin

Dîroka Weşanê :
Agir bi Kampa Şaryayê ya Dihokê ket: 5 zarok hatin rizgarkirin

PeyamaKurd – Îro roja Înê, 2yê Çileya 2026an, li Kampa Şaryayê ya li parêzgeha Dihokê agir bi du konan ket. Di encama şewatê de pênc zarokên Kurdên Êzîdî bi hewildana xelkê kampê ji mirinê hatin rizgarkirin.

Li gorî zanyariyan, agir ji ber kurteya elektrîkê derketiye û di demeke kurt de gur bûye. Şahidên bûyerê diyar kir ku dema agir dest pê kir, 5 zarok di hundirê konan de bûn. Niştecihên kampê berî ku tîmên agirkujiyê bigihîjin cihê bûyerê, bi awayekî lezgîn destwerdan kirin û zarok bi silametî derxistin.

Tevî ku ziyanên canî nîn in, her du kon bi hemû kelûpelên hundirê wan ve bi temamî şewitîn û bûn xwelî. Kampa Şaryayê cihê akincîbûna wan Kurdên Êzîdî ye ku piştî ferman û êrîşên DAIŞê yên sala 2014an ji Şingalê koçberî Dihokê bûne.