Mezlûm Ebdî di nav 10 rojan de serdana Şamê dike

Dîroka Weşanê :
Mezlûm Ebdî di nav 10 rojan de serdana Şamê dike

PeyamaKurd- Berdevka Şandeya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Meryem Îbrahîm eşkere kir ku "Peymana 10ê Adarê" ya di navbera wan û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de dê di rojên destpêkê yên sala 2026an de bikeve meriyetê.

Îbrahîm di bernameya Rûdawê de got ku di çarçoveya vê peymanê de, girîngiya herî mezin niha didin dosyeya leşkerî ku li gorî wê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê wekî sê firqe û du lîwayan (yek jê YPJ) bibe beşek ji Artêşa Sûriyeyê.

Meryem Îbrahîm destnîşan kir ku HSD dê taybetmendiya xwe biparêze û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimîne; bi vî awayî hêzên Şamê derbasî navçeyên wan nabin û HSD dê li wan deran nûnertiya artêşa niştimanî bike.

Meryem Îbrahîm herwiha da zanîn ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî dê di nava 10 rojan de ji bo hevdîtineke çarenûssaz serdana Şamê bike.

Derbarê sîstema birêvebirinê de Îbrahîm got, Rêveberiya Xweser daxwaza sîstemeke nenavendî dike da ku yekparçeyiya Sûriyeyê bê parastin û mafê hemû pêkhateyan bê mîsogerkirin.

Li aliyê din, Berdevkê diyar kir ku helwesta Tirkiyeyê li hemberî vê pêvajoyê nerm bûye û niha pêwendî di navbera Enqere û Rêveberiya Xweser de hene.