PeyamaKurd- Ji hesabê medyaya civakî yê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ku bi zimanê farisî weşanê dike, peyamên piştgiriyê ji bo xwepêşanderên ku li Îranê li dijî bihayî û ketina nirxê tumen berdewam dikin, hatin parvekirin.
Li Îranê xwepêşandanên ku ji 28ê Kanûnê ve li dijî hikûmeta Îranê dest pê kirine, berdewam dikin. Di parvekirina yekem a ku duh hat kirin de, wêneyekî polîsekî ku avê li xwepêşanderekî direşîne hat bikaranîn û ev têbinî hat nivîsandin:
"Gelê Îranê ji hikûmeteke ji rastiyê qutbûyî û bêhêvî natirse. Berevajî vê, hikûmet e ya ku li hemberî hêza gel dilerize."
Di parvekirina duyem de hat gotin: "Gelê Îranê îro li kolanan bi dengekî bilind xwepêşandanên xwe didomîne. Ji bo vê bi sedan sedem hene. Yek ji wan jî ew e ku ew vê hikûmeta ku pereyan ji bo Hamas, Hizbullah û Hûsiyan dirijîne û ji bo xeyalên xwe yên nukleerî aboriya wan wêran kiriye, naxwazin. Gelê Îranê hêjayî tiştên çêtir e."
Di parvekirina sêyem de cih dan karîkaturekê ku tê de tê dîtin dema xwepêşander derî dişkînin û dikevin hundur, Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî û serkirdeyên payebilind ên Artêşa Pasdarên Îranê di odeyekê de xwe veşartine. Di parvekirinê de hat gotin: "Salnameya hilweşînê ya ku wan ji bo Îsraîlê diyar kiribû, niha ji bo wan bi xwe hatiye diyarkirin."