PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Îranê pêvajoya dersînorkirina penaberên Afgan bilez kiriye û heta niha 1,6 milyon penaberên Afganî veguhestine welatê wan.
Li Deriyê Sînorî yê Mîlekê yê li bajarê Zahedanê yê Îranê, rojane bi hezaran Afgan vedigerin welatê xwe.
Îranê di 45 salên borî de, deriyên xwe ji bo koçberiya herî mezin a Afganan a li cîhanê vekiribû û zêdetirî 6 milyon penaber û penaxwazên Afgan li Îranê bi cih bûbûn.
Tenê bi qasî 800 hezarî ji wan xwedî kart û belgeyên fermî bûn û yên din wekî penaberên "neyasayî" li Îranê diman.
Li gorî amarên Wezareta Karên Civakî ya Îranê, 430 hezar Afgan niha di sektorên avahîsazî, pîşesazî, çandinî û xizmetguzariyê de dixebitin ku ev dike nêzîkî ji sedî 1,5ê hêza kar a Îranê.