PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Israel Katz bi sedema destekê dide rêxistinên terefdarên Îranê û ji bo wan fon temîn dike, ew xiste lîsta terorê. Katz got:
“Rejîma Îranê destekvanê herî mezin yê terorêye. Îran bankayên dewletê weka çeka rêxistinên terorê bi temamî bikartîne. Em ê îznê nedin Îranê û wekîlên wan ku sîstemên peran yên sexte bo xwe li pey veşêrin, em ê her rêyê bikarbînin da finansmana terorê ziwa bikin û ber li belavkirina terora Îranê bi her awayî bigrin.
Wezareta xezînê ya Amerîkayê îro car din navê banka Îranê ya bi navê Bank Mellat û Bank Şahrê xist nav lîsta terorê.