PDKÎ: Pêwiste hedef navendên zoradariyê yên Îranê bin ku di kolanan de mirovan dikujin

Dîroka Weşanê :
PDKÎ: Pêwiste hedef navendên zoradariyê yên Îranê bin ku di kolanan de mirovan dikujin

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî, di hevpeyvîna xwe ya bo CBS Newsê de ragihand ku fikra êrîşên biyanî yên ser navendên zorê yên ser rejîma Îranê, bi razîbûn qebûl dike.

Hicrî got ku tevgerên weha divê li hedef ‘nevendên hêzên zordadiyê bin ku di kolanan de li mirovan dixin’ û ew dezgeyên goya ku yên ‘edaletê’ ne, li wan bixin. Ew dezge xizmetê bo zordariya hukumetê ya ser milletê dikin.

Hicrî, her weha got ku Pêşmergeyên perwerdekirî yên di derveyê sînor jî di nava wan de, hêzên Pêşmergên Kurdistanê, di nav Îranê de, bo destekê bidin têkoşînekî firehtir, dema şert dest bidin, eger roja wê hat, amadene paşde dagerin (Rojhilat).