Îsraîlê heta Şamê ‘Herêma Bêçek’ xwest, Sûriyeyê red kir

Dîroka Weşanê :
Îsraîlê heta Şamê ‘Herêma Bêçek’ xwest, Sûriyeyê red kir

PeyamaKurd – Krîza dîplomatîk û leşkerî ya di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de derket asteke nû. Îsraîlê bi fermî daxwaz kir ku herêmeke berfireh a bêçek ku heta paytexta Sûriyeyê Şamê dirêj dibe were avakirin, lê hikûmeta Sûriyeyê ev daxwaz bi tundî red kir.

Nûnerê Daîmî yê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî, Danny Danon, di civîna Konseya Ewlekariyê de diyar kir ku herêma tampon a heyî ji bo ewlehiya wan êdî ne bes e. Danon destnîşan kir ku divê herêmeke nû ya bêçek ji sînorê her du welatan heta hundirê Şamê were avakirin. Îsraîlê wekî hincet nîşan da ku ew hebûna hêzên Îran, Hizbullah û Hemasê li ser sînorên xwe yên bakur qebûl nakin.

Nûnerê Sûriyeyê yê li NYyê, Îbrahîm El-Elabî, bersiveke tund da van daxwazan û got:

Ji bo parastina sînor û mîsogerkirina serweriya welat, pêwîstiya me bi hêzên me yên ewlehiyê heye."

Elabî, Îsraîl bi binpêkirina sîstematîk a Peymana 1974an tawanbar kir û daxwazên Tel Avîvê wekî "destwerdana li serweriya Sûriyeyê" pênase kir.

Ev krîza nû di demekê de tê ku danûstandinên bi navbeynkariya Amerîkayê ji Îlona 2025an vir ve hatine rawestandin. Li aliyê din, artêşa Îsraîlê hebûna xwe ya leşkerî li herêmên stratejîk ên wekî Çiyayê Hermonê û derveyî herêma tampon zêde kiriye.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî qebûl kir ku ji ber daxwazên giran ên her du aliyan, valahiya di navbera Şam û Tel Avîvê de hîn kûrtir bûye.